JI BO PENABERAN AGAHÎ

 

Navenda Mafên Penaberan (Mülteci Hakları Merkezi/Refugee Rights Turkey), li Stenbolê weke saziyek mafên mirovan a serbixwe; ji bo hemû biyaniyên ku ji ber sedemên şer û zulmê mecbûr mane welatên xwe biterikînin û kesên ku ji bo xwebispêrin Tirkiyê serîlêxisitine yan jî dixwazin serîlêbixin, şêwirîna huqûqî û xizmeta alîkariyê bi awayekî berfireh û belaş dide.   Hûn li ku derê Tirkiyê bin,ji bo hemû pirsên we yên di derbarê maf û binbarîtiyên we yên li Tirkiyê de, û ji bo hemû pirsgirêkên we yên di derbarê prosedura penabertiya li Tirkiyê, hûn dikarin ji şêwirîna huqûqî û xizmetên me yên alîkariyê bi awayekî belaş sûd wergirin. Ji bo vê yekê, hûn dikarin di hundirê hefteyê de her roj di navbera saetên 10:00-17:00 de, bên ofîsa me, yan jî hûn dikarin agahiyên têkiliyê yên li jêr bikarbînin û bigihêjin me.

 

Di demek nêz de hûn dikarin ji vir bigihên agahiyên hîn berfirehtir di derbarê xizmetên alîkariya huqûqî de ku em ji bo penaberan dimeşînin û broşurên agihandinê ku bi curbicur zimanan hatiye amadekirin.   Navenda Mafên Penaberan

Refugee Rights Turkey / Mülteci Hakları Merkezi

 

Refik Saydam Cad. No:39 Dilber Apt. No:11,

Şişhane, Beyoğlu, Istanbul

 

0212 292 48 30

 

0212 292 48 33

 

[email protected]